Duzimaniya bêmîxwer*

Dilawer Zeraq

Duzimanî an jî şiyana zanîn û axivîna bi du zimanan, ji bo gel û neteweyên ku di nav sîstemeke netewe-dewletî de jiyana xwe diqedînin û bi zimanê zikmakî dest bi xwendina fêrgeha destpêkî dikin û ji wê destpêkirinê heta bidawîbûna xwendinên xwe yên pergalî, bi zimanê dayika xwe dixwînin; diyardeyeke avantajî ye ku li ser ”xwebûneke nehatî arîşedarkirin” rûdinê.

Mirovên ku jiyana xwe ya li darê dinê bi wî awayî diqedînin, dikarin danûstendinên xwe, hevpêwendiyên xwe, hevgiriyên xwe û hevdijiyên xwe yên bi heyînên din re, di ser vê asayîbûn û sirûştîbûnê re daynin. Loma jî, gava endamekî ji neteweyên ku ‘’halê wan hal e’’, pêwendî bi zimanekî ji bilî zimanê xwe yê zikmakî re datîne, ev pêwendî, bi temamî di ser zimanê wî yê zikmakî re çêdibe û zimanê duyem (an jî yê sêyem, çarem) dikare digel taybetî û rengûawayên xwe, li rex zimanê zikmakî yê wî kesî bimîne û bibe zimanê duyem (an jî sêyem, çarem) yê wî kesî.

Ev awa duzimanî, ya herî normal, ya herî mirovane, ya herî beraqil û qebûlbar e.

Herçî em kurd, li bakur, ji sed salî bi vir ve ye, em bi her awayî ji avantaja ketî behsê bêpar in û ev rewşa “der-avantajbûn”ê hê jî dikude.

Heta salên 1980yî, piraniya kurdan, li bakur, pêşî li malê, zimanê xwe yê zikmakî hîn dibûn û paşê di fêrgehên dewletê de zimanê tirkî li wan diqelibî û ev lêqelibîna hanê; travmayeke jiyanî ku wê qet ji hiş, ji giyan derneyê, bi kurdan re çêdikir. Û kurdên ku heta wan çaxan diçûn fêrgeha destpêkî, piştî destpêka xwendina sîstematîk ya dewletê, hînî tirkî dibûn.

Lê ji salên 1980yî û bi vir ve ye, êdî bayê tirkî yê asîmîlasyonê xurttir û dorfirehtir diwezîne, ‘bi awayekî zimnî’ piştê ji hinek kurdan hildide û mîna ku bixwaze dara kurdî ji kok û qurmê de rake, bandor li ruh û gewdeyê zimanê kurdî dike.

Roja îroyîn, êdî li bakur, hînbûna tirkî, ji hînbûna zimanê serdest derbasî qonaxeke dîtir bûye; kurd êdî wekî zimanê xwe yê yekem hînî tirkî dibin. Di vî halî de, tirkî, wekî zimanê yekem serweriya xwe dide pêş û;

a) kesên ku paşê hewl didin kurdî hîn bibin, kurdiyê mîna zimanê duyem yê sêwî datînin rex tirkî,

b) kesên ku hindik bi kurdî dizanin, kurdiya xwe, mîna zimanê duyem, datînin rex tirkî,

c) kesên ku bi awayekî korfeleqî û mucîzewî bi kurdî dizanin, kurdiya xwe, mîna zimanê duyem, datînin rex tirkî,

d) kesên ku bi perwerdehiya sîstematîk tirkî hîn bûne, tirkiya xwe mîna zimanê xwe yê hîmî û esasî datînin ber kurdiya xwe ya ku bi awayekî devkî hîn bûne.

Ev awa duzimanî, “duzimaniya bêmîxwer” e ku ast, zanîn, bikaranîn û kêrhatîbûna her du zimanan, (kurdî û tirkî) li gorî derav, helûmerc û bikaranînê diguhere û ev guherbariya zimanî dike ku beşek zêde ji kurdên bakur, zanîn û agahiyên ku bi wan zimanan belav bûne, bi awayekî qutoquto û ji hev dûr hîn bibin û bi taybetî di warê têgihîn, şirovekirin û pênasekirinê de tim birîndar (an jî derbxwarî) bimînin.

Ev reng duzimanî, ji bo neteweyeke wekî neteweya kurd, ji mirinê wêdetir e. Ji ber ku ne mirin e; lê kûtmayîn e, kêmfamkirin e, kêmavakirin e û birîndariya hiş û famê ye ku beşeke zêde ji birînê ne ya kurdan û kurdî bi xwe ye.

Bi gotineke dî; ”duzimaniya bêmîxwer’’ ew e ku birîneke mirov hebe lê beşeke zêde ya wê birînê ne ji çerm, xwîn, hîs, goşt, sehek, hestî, ruh, can û laşê mirov be.

Birîna ne ji çerm, xwîn, goşt, hest, ruh û laşê mirovî bi xwe, kêm digire û teşenekî dibe; li can û hişê mirov belav dibe, di her endamê laşê mirov de bi cî dibe û êdî wisa dibe ku mirov dibêje qey ew birîn parçeyekî ji mirov e.

Îcar, kîngê ew birîn dest bi axivîn û leqînê dike, hingê hej li hiş û giyanê zimanî dikeve û êdî ”birîndar bi birîna xwe nizane” û bi têgihîn û kirinên xwe yên ”bêmîxwer” dibêje qey hişê xwe yê zimanî li ser ”mîxwereke esasî” daye rûniştandin û pê re jî mîxwereke taybet û ya dîtir saz kiriye û êdî bûye zanayê du zimanên ku li rex hev disekinin.

Lê kurê pîrê ne wisa ye.

Ev ”newisabûn” bêtir di werger û lihevanînên her du zimanan de, (kurdî-tirkî), bi pêş de tê ku hem ji alî zimanî hem ji alî çandî hem ji alî ferasetê hem ji alî hişberiya jiyanî ve nelihevî û ”şaştî” çêdibin û ji vê ”bêmîxweriyê” tenê xisar digihîje kurdî.

Ev xisar, bêtir di zimanê çandî de dide der ku kurdên bakur ên bi zimanê tirkî xwendî, pêşî zanîn û agahdariya xwe li ser esasa tirkî saz dikin û paşê jî radibin ji kurdî biwêj, qalib û gotinên pêşîyan motamot werdigerînin tirkî û ”jixweşehitîneke sosretî” (1) di çanda kurdî de çêdikin. Her çend, ew dibêjin qey, bi vê wergera sosretî, dengê xwe digihînin ”tirkî” jî, di rastiya xwe de, ew vê wergera kurdî ya bo tirkî, ne ji bo tirkan lê ji bo kurdên ku bi kurdî nizanin dikin. Tew serbarê ser, tirkî jî bi vê wergera hanê li xwe dimîne şaşûmetel.(2)

Ji bo vê yekê du mînakên ji sosretan bes e; yek jê biwêj-qalib e bi wergereke motamot tê nivîsîn ya dî jî risteke helbestê ye.

“Kurtla yiyip kuzu ile ağlıyorlar” (Bi gur re dixwin bi xwedî re şînê dikin (digerînin)

“Dağ Keçisi Kavmine Uyku Haramdır-Rênas Jiyan” (Ji qewmê pezkovî re xew heram e-Rênas Jiyan)

Îro ro, kurdên ku bi “duzimanîya bêmîxwer” di nav du zimanan (kurdî-tirkî) de asê mane, di qonaxa herî dijwar û kujek ya ”lixwenebanbûnê” de ne û di rihetî û konfora vê qonaxê de, xisareke ecêb giran û mezin digihînin kurdî û sed korayî; ne tenê bi vê nivîsê, ji alî gelek kurdan ve, hatine (û tên) hişyarkirin, lê xem ne xema wan e, bîrîn ne bîrîna wan e, êş ne êşa wan e, çiraya li ber koran e, bilûra li ber guhsistan e…

(1) Jixweşehitîn: ji bo ruh û bingeha zimanî, bi wateya ‘erozyon’ê de bi kar tînim.

(2) Sedema vê şaşûmetelmanê ev e: ew qalib, derbiran, biwêj û gotinên pêşîyan bi wî awayî û bi awayekî çandî di tirkî de tunene. Loma gava tirkekî bi tirkî wan derbiranan bixwîne, ne gengaz e jê fam bike.

*Mîxwer: Li gorî ferhenga etîmolojîyê (https://www.etimolojiturkce.com/kelime/mıh) peyva ”mêx” bi farisî ye; û ji ber ku ev peyv wekî ‘mîx’ di kurdî de jî heye, min çêtir dît peyvê wekî ‘mîx+wer’ bi kar bînim ku wekî ‘mîhver’ jî tê nasîn û zanîn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir